PIRSA 10
Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike?
TUYÊ ÇI BIKÎ?
Vê derecê bide ber çevê xwe: Dêwîd cîkî nenasra derbaz dibe. Ew nivîsar û hejmara wan kûça divîne û fem dike, wekî riya xwe şaş kiriye. Ça tê kifşê ewî kûça xwe şaş kiriye.
Hergê tu dewsa Dêwîd bûyayî, teyê çi bikira?
BISEKINE Û BIFIKIRE!
Çend mecalên te hene:
-
Ji kesekî riya rast bipirsî.
-
Xerîtê yan GPS bidî xebatê.
-
Riya xwe berdewam bikî bi wê nêtê, ku tuyê riya rast bivînî.
Mecala sisiya ya lape nebaş e.
Mecala duda ji mecala pêşin çêtir e, çimkî bi saya xerîtê û GPS tu dikarî riya rast bivînî.
Hema bi vî cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike!
Ew kitêba lape belabûyî dinyayêda wê alî te bike, wekî
-
çetinayên emirê xwe safî kî
-
bibî merivekî diha baş û xeyset-hunurên xwe rast kî
-
pêbihesî çawa bi emirekî bextewar bijîyî
CABÊN SER PIRSÊN LAPÎ FERZ
Meriv ji zarotiya xweda destpêdike pirsa bide.
-
Çira ezman şîn e?
-
Steyrk ji çi hatine çêkirinê?
Axiriyê em destpêdikin pirsa bidin derheqa wan tişta, çi ku dor-berê me diqewime.
-
Meriv çira dimirin?
Diqewime cabên wan pirsa îda zûdava Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê?
Gelek meriv dibêjin, wekî Kitêba Pîroz ew kitêba rikiniyat û çîroka ye û gelek kevin e, yan jî gelek çetin tê femkirinê. Lê gelo rastî problêm wê kitêbêda ye, yan meriv derheqa wê kitêbê rastiyê nizanin?
Mesele, meriva tirê ku dinya bin hukumê Xwedêda ne, lê gelo ew yek rast e? Ne ew dinya hevketî ye, ew tije ye pê kul-derda, nexweşî û mirinê, teşqele û tengasiya. Em ça bawer kin, wekî ew hemû tişt ji Xwedê ye?
Tu dixwazî caba wan pirsa bistînî? Ew çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa wî, kê dinya kiriye bin hukumê xwe, dikare te ecêbmayî ke!
Diqewime te dîna xwe dayê, wekî şîretên ji wê broşûrê, ser hîmê Kitêba Pîroz in. Şedên Yehowa bawer dikin, wekî Kitêba Pîrozda rêberiyên kêrhatî hene, çimkî ew kitêb “ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Tuyê poşman nebî hergê safî kî lêkolîn kî ewê kitêba kevin, lê dîsa jî modêrn!