DERSA 77
Kulfet Ber Bîra Avê
Paşî Cejina Derbazbûnê Îsa tevî şagirtên xwe ji Sameryayê derbazî Celîlê dibûn. Îsa nêzîkî şeherê Sîhar ber bîrê rûnişt, wekî hêsa be, ev bîra Aqûb bû. Lê wî wedeyî şagirtên wî çûne şeher, wekî xwarinê bikirin.
Kulfetek hate ber bîrê, wekî avê xwera bikşîne. Îsa jêra got: “Avê bide min, ez vexwim”. Ewê got: “Çira te tevî min xeber da? Ne ez Samerî me. Û Cihû tevî Sameriya xeber nadin”. Îsa gote wê: “Hergê te bizanibûya ez kê me, teyê xwexa ji min av bixwesta û minê tera ava jîyînê bida”. Kulfetê ji wî pirsî: “Bi wan gotina tu çi dixwazî bêjî? Ne tiştek bal te tuneye, wekî avê bikişînî”. Îsa got: “Kê ku ji wê avê vexwe, kîjanê ez bidim, wê tu car tî nebe”. Kulfetê gote wî: “Ji kerema xwe ewê avê bide min”.
Wî çaxî Îsa gote wê: “Gazî mêrê xwe ke, bira bê vira”. Ewê got: “Mêrê min tune”. Îsa got: “Te rast got. Tu pênc cara mêrkirî bûyî û niha tu tevî wî mêrî dijîyî, tevî kê zewacêda nînî”. Kulfetê got: “Ez dibînim tu pêxemberî. Miletê min bawer dikin, wekî em gerekê ser vî çiyayî serê xwe ber Xwedê daynin, lê Cihû dibêjin, wekî ciyê hebandina Xwedê, Orşelîmêda ne. Ez hîviyê me, kengê Mesîh bê, ewê me hîn ke çawa rast Xwedê bihebînin”. Paşî wê yekê Îsa wêra tiştek got, çi ku tu kesîra negotibû: “Ez im Mesîh”.
Ew kulfet çû nav şeher û Sameryara got: “Ez difikirim min Mesîh dît. Ewî her tişt derheqa min zanibû. Werên û wî bivînin!” Ewana tevî wê kulfetê çûne ber bîrê û guh dane xeberên Îsa.
Sameriya ji Îsa lava kirin, wekî şeherê wanda bimîne. Du roja ewî wana hîn dikir, û gelek meriv baweriya xwe wî anîn. Wana gotine kulfeta Samerî: “Niha em bi rastî zanin, wekî ew xilazkarê dinya ye”.
“‘Were!’ Ewê ku tî ye bira bê, ewê ku ava jiyînê dixwaze bira bêheq bistîne” (Eyantî 22:17).