DERSA 92
Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta Dike
Hine wede paşî wê yekê, çaxê Îsa şagirtara eyan bû, Petrûs safî kir here Bera Celîlê, wekî mesiya bigire. Tûma, Aqûb, Yûhenna û yên din tevî wî çûn. Temamiya şevê wana turê xwe avîtibûne avê, lê qe mesîk negirtin.
Berbangê, ber devê berê wana mêrek dît. Ewî bi dengê bilind wana pirsî: “We qe mesî girt?” Wana gote wî: “Na!” Hingê ewî got: “Torê xwe bavêjine aliyê rastê”. Ewana gura wî kirin, û torê wan usa tije mesî bû, wekî wana nikaribûn tor ji avê derxistana. Wî çaxî Yûhenna fem kir, wekî ew mêr Îsa ye û bi dengê bilind got: “Ewa Îsa ye!” Wê demê Petrûs banzda kete avê û berbi Îsa çû. Lê şagirtên din pê qeyikê gihîştine devê berê.
Gava ewana gihîştine devê berê, wana nan dît û ser agir mesî dihate çêkirinê. Îsa gote şagirta, wekî çend mesiya bînin, yên ku wana girtibû. Û wanira got: “Werên teştê bixwin”.
Paşî nan-xwarinê, Îsa ji Petrûs pirsî: “Tu min ji mesîgirtinê zêdetir hiz dikî?” Petrûs got: “Belê, tu zanî, wekî ez te diha zef hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”. Îsa cara duda wî pirsî: “Tu min hiz dikî?” Petrûs got: “Îsa, ne tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa gote wî: “Şivantiyê pezên min bike”. Îsa cara sisiya pirsî. Hingê dilê Petrûs gelek êşiya û ewî got: “Xudan, tu her tiştî zanî. Tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”, û zêde kir: “Berdewam ke pey min werê”.
“Îsa wanara got: ‘Pey min werin, ezê we bikime nêçîrvanêd meriva’. Wana jî hema wê demê torêd xwe hîştin û pey wî çûn” (Metta 4:19, 20).