Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 50

Yehowa Yehoşefat Xilaz Dike

Yehowa Yehoşefat Xilaz Dike

Yehoşefat, padşê Cihûda, gorîgeha Bael û pûtên wî hûrdexweşî kir. Ewî dixwest, wekî meriv bizanibin derheqa qanûnên Yehowa. Paşê ewî wekîl û Lêwî şandin Cihûdayê, wekî cimetê qanûnên Yehowa hîn kin.

Cimeta dor-berê Cihûdayê, ditirsiyan pêşberî wan derên, çimkî zanibûn, wekî Yehowa tevî cimeta xweye. Ewana hela hê pêşkêş jî Yehoşefat Padşara anîn. Lê eskerên ji welatê Mowabê û Ammonê û ji çiyayê Seîr hatin şer pêşberî Cihûda. Yehoşefat zanibû, wekî alîkariya Yehowa wîra lazim e. Ewî Orşelîmêda mêr, jin û zar top kir û bi dengê bilind dua kir: “Yehowa, bê alîkariya te em nikarin serkevin. Lava dikin, bêje me, em çi gerekê bikin”.

Yehowa caba duayê wî da û gote wan: “Netirsin. Ezê alî we bikim. Bisekinin û binihêrin, çawa ezê we xilaz kim”. Çawa Yehowa wana xilaz kir?

Sibehê zû, Yehoşefat dengbêj top kirin û gote wan, wekî pêşiya eskera derkevin. Ewana ji Orşelîmê derketin û çûne ser meydana şerkirinê, ya bi navê Tekoa.

Heta ku dengbêja pê dengê bilind û bi şabûnê navê Yehowa rûmet dikirin, Yehowa pêş cimeta xweva şer dikir. Yehowa usa Mowab û Ammoniya tevîhev xist, wekî wana destpêkir hevdu bikujin û tu kes ji wan sax nema. Usa Yehowa cimeta xwe xilaz kir. Hemû miletên dor-berê şeherê wan bihîstin, wekî Yehowa bona cimeta xwe çi kir. Û wana fem kir, wekî Yehowa tu car cimeta xwe nahêle. Roja îroyîn, Yehowa çawa dikare cimeta xwe xwey ke? Pê cûre-cûre mêtoda. Û seva wê yekê, alîkariya meriva wîra nelazim e.

“Yê ku di vê şerêda cengê bike ne hûn in; . . . Rêz girê bidin û bisekinin, tevî xwe xelasiya Xudan bibînin” (2 Dîrok 20:17).