DERS 17
Femdarî Xeber de
(1 Korintî 14:9)
FIKIRÊN SEREKE: Alî guhdarên xwe bike, wekî giliyê te fem bikin.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Têma xwe rind lêkolîn ke. Fikirên têma xwe zelal fem bike, seva bikaribî hêsa û bi giliyê xwe şirowekî.
-
Bide xebatê cimlên kin û gilî-gotinên hêsa. Rast e îzin e cimlên dirêj bidî xebatê, lê bona fikirên sereke eyan kî, wê baş be gilî-gotin û cimlên kin bidî xebatê.
-
Gilî-gotinên nenas şiroveke. Hergê dibe, têma xweda kêm bide xebatê gilî-gotinên nenas. Lê gava tu mecbûr î derheqa gilî-gotineke nenas, yan merivekî ji Kitêba Pîroz, yan jî edetê berê xeber dî, wê baş be wan hemû tişta şirovekî.