Karên Şandiya 13:1-52
13 Civata Entakyayêda pêxember û dersdar hebûn: Barnabas û Şimhûnê ku jêra Nîgêr digotin, Şawûl, Lûkyoyê Kûrênî, û Menayînê ku tevî Hêrodes serwêrê herêmê hîn dibû.
2 Gava wana Yehowara xizmet dikir û rojî digirt, ruhê pîroz wanra got: “Barnabas û Şawûl bona min başqe kin, wekî wî şixulî bikin, bona çi min ewana bijartine”.
3 Wana paşî rojîgirtinê û duakirinê, destên xwe danîne ser wan û ew şandin.
4 Bi vî awayî, ev mêrên ku bi ruhê pîroz hatine şandinê, çûne Sêlûkyayê, û ji wêderê pê gemiyê derbazî Kîprûsê bûn.
5 Gava ewana gihîştine Selamîsê, destpêkirin kinîştên* Cihûyada xebera Xwedê bela kin. Yûhenna jî tevî wan bû û alî wan dikir.*
6 Çaxê ewana li temamiya giravê heta Pafosê geriyan, Cihûkî bi navê Bar-Yêşû dîtin, yê ku sêrbaz û pêxemberekî qelp bû.
7 Ew tevî Sergiyo Pawlosê welî* bû, yê ku merivekî aqil bû. Ewî Barnabas û Şawûl gazî bal xwe kirin, çimkî ewî gelek dixwest guh bide xebera Xwedê.
8 Lê ew sêrbaz, yê ku usa jî dihate navkirinê Êlûmas* (çi ku tê hesabê “sêrbaz”), miqabilî wan rabû û nedixwest wekî welî xebera Xwedê bawer bike.
9 Hingê Şawûlê ku jêra Pawlos jî digotin, bi ruhê pîroz tije bû, li wî nihêrî
10 û got: “Ey kurê Mîrê-cina! Dilê te bi derewa û xirabiyê tije ye, û tu dijminê rastiyê yî! Tê heta kengê derheqa riyên Yehowaye rast derewa bikî?
11 Va Yehowa wê te ceza ke û tuyê hine wext kor bî û ronaya rojê* nevînî”. Derbêra mij û terî ser wîda hat, û ewî der-dorê xwe digeriya, ku kesek destê wî bigire û rêberiya wî bike.
12 Gava welî dît çi qewimî, baweriya xwe xebera Xwedê anî, çimkî ser wê hînkirina Yehowa ecêbmayî ma.
13 Pawlos û merivên ku tevî wî bûn, pê gemiyê ji Pafosê rê ketin û çûne Pergaya li Pamfîlyayê. Lê Yûhenna ewana hîştin û vegeriya Orşelîmê.
14 Lê ewana ji Pergayê derbazî Entakyaya Pisîdyayê bûn. Wêderê ewana roja Şemiyê* ketine kinîştê û rûniştin.
15 Pey xwendina Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberara, serwêrên kinîştê ev xeber wanra şandin: “Birano, hergê bona cimetê gotineke weye dildayînê heye, kerem kin bêjin”.
16 Hingê Pawlos rabû, bi desta nîşan da û got:
“Gelî Îsraêliya û hûn, yên ku ji Xwedê ditirsin, guh bidine min!
17 Xwedayê vê cimeta Îsraêlê kal-bavên me bijartin. Gava ewana li welatê Misirê ça xerîb dijîtin, Xwedê ewana kirine miletekî qewî û mezin, û bi destê xweyî qewî ewana ji wêderê derxistin.
18 Ewî weke 40 salî beriyêda li wan sebir dikir.
19 Ewî heft miletên welatê Kenanêda qir kir, û ew erdê wan ça milk da Îsraêliya.
20 Ev hemû tişt weke 450 sal kişand.
Paşî vê yekê, heta rojên Samûyêl pêxember ewî hakim didane wan.
21 Lê paşê cimetê dewa kir ku padşê wan hebe, û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji bereka Binyamîn da wan, û ewî 40 salî padşatî kir.
22 Gava Xwedê ew ji textê padşatiyê rakir, ewî Dawid ser wan kire padşa, û ser wî usa got: ‘Min Dawidê kurê Yêşa, merivekî li gora dilê xwe dît. Ew wê xwestina min gişkî bîne sêrî’.
23 Xwedê çawa soz dabû, ji zureta wî xilazkarek da Îsraêlê, ew Îsa bû.
24 Pêşiya hatina wî, Yûhenna temamiya cimeta Îsraêlra digot, ku gerekê ewana bêne nixumandinê,* wekî nîşan kin ku tobe dikin.
25 Yûhenna xilaziya xizmetiya xwe usa got: ‘Hûn difikirin ez ew im? Na, ez ew nînim. Lê yê ku paşî min tê, ez nehêja me ku ji nigên wî çarixa bêxim’.
26 Gelî bira, zureta Birahîm û hûn, yên ku ji Xwedê ditirsin! Ev xebera derheqa xilazbûnê mera hatiye şandinê.
27 Bineliyên Orşelîmê û serwêrên wan ew* qebûl nekirin. Û gava wana ew sûcdar dikir, gotinên Pêxembera, yên ku her roja Şemiyê bi dengekî bilind têne xwendinê, anîne sêrî.
28 Rast e wana meniya ku ew bê kuştinê nedîtin, lê dîsa jî zorê Pîlato kirin, wekî wî bide kuştinê.
29 Û çaxê wana hemû tiştên ku derheqa wî hatibûn nivîsarê anîne sêrî, ew ji stûnê* anîne xwarê û kirine tirbê.
30 Lê Xwedê ew ji mirinê rakir,
31 û ew gelek roja wan merivara xuya dibû, yên ku tevî wî ji Celîlê çûbûn heta Orşelîmê. Û niha ewana cimetêra derheqa wî şedetiyê didin.
32 Û em vê mizgîniyê didine we, derheqa vî sozê ku kal-bavên mera hatibû dayînê.
33 Bi vê yekê ku Xwedê Îsa ji mirinê rakir, ewî ev soz bona zarên wan, dêmek bona me bi temamî anî sêrî, çawa zebûra dudada hatiye nivîsarê: ‘Tu kurê min î; îro ez bûme bavê te’.
34 Ew yek ku Xwedê ew ji mirinê rakir û bedena wî wê tu car nerize, bi van gotina eyan kiriye: ‘Ezê hezkirina amin, ya ku min Dawidra soz daye, nîşanî we kim. Û ev soz bi îtbar e’.
35 Lema zebûreke dinda usa tê gotinê: ‘Tuyê nehêlî wekî xizmetkarê teyî amin birize’.
36 Dawid temamiya emirê xweda Xwedêra xizmet dikir.* Lê ew mir* û tevî kal-bavê xwe hate definkirinê, û bedena wî riziya.
37 Lê ewê ku Xwedê wî ji mirinê rakir, neriziya.
38 Lema birano, bira hûn bizanibin ku bi saya Îsa gunên we dikarin bêne baxşandinê.
39 Û çida Qanûna Mûsa nikaribû we bêsûc hesab kira, bi saya Îsa her kesê ku bawer dike, dikare bêsûc bê hesabê.
40 Lema haj xwe hebin, wekî tiştên ku Nivîsarên Pêxemberada hatine nivîsarê, neyên serê we:
41 ‘Va binihêrin, hûnê, yên ku qerfên xwe kesên din dikin, zendegirtî bimînin û betavebin! Çimkî ezê rojên weda şixulekî bînim sêrî. Ev şixul şixulekî usa ye, ku hergê kesek hûr bi hûr wera bêje jî, hûnê bawer nekin’”.
42 Gava Pawlos û Barnabas derketine derva, cimetê ji wana hîvî kir ku Şemiya din jî dîsa derheqa van tişta wanra xeber din.
43 Gava civîna kinîştê bela bû, gelek Cihû û kesên ku dînê Cihûya qebûl kiribûn,* pey Pawlos û Barnabas çûn. Wana herda tevî wan xeber didan û dilê wan qewî dikirin, wekî ewana hezkirina Xwedêda bimînin.*
44 Şemiya din, weke temamiya bajêr li hev top bû, wekî guh bide xebera Yehowa.
45 Gava Cihûya haqas meriv dîtin, hevsûdî kirin û destpêkirin Pawlos bêhurmet kin û miqabilî wî xeber din.
46 Hingê Pawlos û Barnabas bê tirs wanra gotin: “Xebera Xwedê gerekê pêşiyê wera bihata gotinê. Lê çimkî we ev xeber înkar kir û xwe hêjayî jîyîna heta-hetayê hesab nakin, em diçine cem miletên din.
47 Çimkî Yehowa bi van giliya temî daye me: ‘Min tu kirî ronayî bona mileta, wekî heta serê dinyayê meriva xilaz kî”.
48 Gava kesên ji miletên din ev gilî bihîstin, şa bûn û şikirî didane xebera Yehowa, û hemû kesên ku dilê wan bona jîyîna heta-hetayê hazir bû, bûne bawermend.
49 Bi vî awayî xebera Yehowa ser temamiya welêt bela dibû.
50 Lê Cihûya jinên navdare xwedêxof û giregirên bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rakirin. Ewana pey Pawlos û Barnabas ketin û ji bajêr derxistin.
51 Hingê wana toza nigên xwe dawşand, wekî wanra bibe şedetî, û çûne Konyayê.
52 Û şagirta berdewam dikir bi ruhê pîroz û bi şabûnê tije bin.
Спартьн
^ Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
^ Yan “ça komekdar bû”.
^ Raste-rast “prokonsûl”. Serwêrê herêmeke Romê.
^ Dêmek Bar-Yêşû, derheqa kîjanî rêza şeşada tê gotinê.
^ Yan “tevê”.
^ Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
^ Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
^ Dêmek Îsa.
^ Yan “ji baxçê”.
^ Yan “li gora qirara Xwedê xizmet dikir”.
^ Raste-rast “kete xewa mirinê”.
^ Raste-rast “prozêlît”. Eva ser wan meriva dihate gotinê, yên ku ji miletên din bûn û dînê Cihûya qebûl kiribûn.
^ Yan “berdewam kin qenciya Xwedêye mezinda bimînin”.