Karên Şandiya 21:1-40

  • Diçine Orşelîmê (1-14)

  • Digihîjine Orşelîmê (15-19)

  • Pawlos guh dide şîreta rûspiya (20-26)

  • Tevlihevbûn paristgehêda; Pawlos tê girtinê (27-36)

  • Pawlosra îzin tê dayînê, ku cimetêra xeber de (37-40)

21  Gava em ji wana veqetiyan û pê gemiyê rê ketin, em raste-rast çûne Kosê. Roja din em çûne Rodosê, û ji wêderê heta Patarayê çûn. 2  Çaxê me gemîk dît, ya ku diçû aliyê Fînîkyayê, em ketine gemiyê û çûn. 3  Gava girava Kîprûsê xuya dibû, me ew aliyê çepê hîşt, û çûne aliyê Sûryayê. Em li Sûrê sekinîn, seva ku barê gemiyê wêderê bê valakirinê. 4  Me şagirt digeriyan û me ewana dîtin, û em heft roja wêderê man. Wana bi rêberiya ruh berdewam dikir Pawlosra bêjin, wekî ew neçe Orşelîmê. 5  Gava wedê me hat, em derketin û rê ketin. Hemûya tevî jin û zara, em heta bajêr der verêkirin. Ber berê, em ketine ser çoka, me dua kir 6  û me xatirê xwe ji hevdu xwest. Paşê em ketine gemiyê, û ewana jî vegeriyane malên xwe. 7  Ji Sûrê em çûne Ptolêmayê. Me bira silav kirin û em rojekê tevî wan man. 8  Roja din em ji wêderê derketin û hatine Qeyseryayê. Em çûne mala Fîlîpoyê mizgînvan, yê ku yek ji wan heft bira bû, kîjan ku hatibûn bijartinê, û em cem wî man. 9  Çar qîzên Fîlîpo hebûn. Ewana bikir bûn û pêxembertî dikirin. 10  Lê çaxê em gelek roj wêderê man, pêxemberekî bi navê Hagabo ji Cihûstanê berjêr bû. 11  Ew hate bal me, qayîşa Pawlos hilda, dest-nigên xwe girêda û got: “Ruhê pîroz usa dibêje: ‘Orşelîmêda, Cihû wê xweyê vê qayîşê vî cûreyî girêdin û bidine destê miletên din’”. 12  Gava me ev yek bihîst, me û birên ku wêderê bûn ji Pawlos reca kirin, ku ew neçe Orşelîmê. 13  Hingê Pawlos got: “Hûn çi dikin? Hûn çima digirîn û dilê min dişkênin? Ez hazir im ne tenê bême girêdanê, lê bona xatirê navê Xudan Îsa, Orşelîmêda bimirim jî”. 14  Gava me dît ku em nikarin nihêrandina wî biguhêzin, em lê vegeriyan* û me got: “Bira qirara Yehowa bê sêrî”. 15  Pey wan rojara, me xwe bona rêwîtiyê hazir kir û berê xwe da Orşelîmê. 16  Hine şagirtên ji Qeyseryayê jî tevî me hatin. Wana em anîne mala Minasoyê Kîprûsî, yê ku yek ji şagirtên pêşin bû, û em bûne mêvanên wî. 17  Gava em gihîştine Orşelîmê, bira em bi dilgermî qebûl kirin. 18  Roja din, Pawlos tevî me çû bal Aqûb, û hemû rûspî jî wêderê bûn. 19  Pawlos silav da wan û hûr bi hûr gilî kir, ku Xwedê bi xizmetiya wî nava miletên dinda çi kir. 20  Gava wana ev tişt bihîst, destpêkirin pesinê Xwedê bidin û Pawlosra gotin: “Birê me, tu divînî ku nav Cihûyada bi hezara bawermend hene, û ewana hemûşk jî Qanûnê xwey dikin. 21  Lê wana derheqa te bihîstiye, ku tu hemû Cihûyên nav miletên dinda hîn dikî, wekî ewana Qanûna Mûsa bihêlin. Û tu dibêjî wekî ewana kurên xwe sinet nekin û xwe li edeta negirin. 22  Îja em çi bikin? Ewana wê eseyî pêbihesin ku tu hatî. 23  Lema jî em tera ça dibêjin usa bike: Çar meriv bal me hene, yên ku Xwedêra sond xwarine. 24  Van meriva tevî xwe bive û li gora edet, xwe tevî wan paqij ke. Xercên wan bide, wekî ewana porên xwe kur kin. Hingê her kes wê bizanibe wekî tiştên ku derheqa te hatine gotinê, nerast in û tu dîsa xwe li Qanûnê digirî. 25  Lê bona bawermendên ji miletên din, me safîkirina xwe nivîsî û şand wekî ewana gerekê ji tiştên ku pûtara hatine qurbankirinê, ji xûnê, ji goştê heywanên mirar* û ji zinêkariyê,* xwe dûr bigirin”. 26  Roja din, Pawlos ew meriv tevî xwe birin û li gora edet xwe tevî wan paqij kir. Paşê ew kete paristgehê ku bêje, wekî rojên paqijkirina li gora edet wê kengê xilaz bin, seva ku bona wan her yekî qurban bê dayînê. 27  Gava heft roj îda wê temam bûna, Cihûyên ji Asyayê Pawlos paristgehêda dîtin, û xelq miqabilî wî rakirin. Wana ew girt 28  û bi dengekî bilind digotin: “Îsraêlîno, alî me bikin! Ev meriv hemû dera nav xelqêda hînkirinên usa bela dike, kîjan ku miqabilî cimeta me, Qanûna me, û vî ciyî ne. Ewî hela hê Yûnan jî anîne paristgehê û ev ciyê pîroz herimandiye”. 29  Ji bo wê yekê ku wana berê Trofîmoyê Efesî bajêrda tevî Pawlos dîtibûn, fikirîn wekî Pawlos ew tevî xwe biriye paristgehê. 30  Temamiya bajêr tevlihev bû. Xelq tevayî bi lez revîn çûn, Pawlos girtin, ji paristgehê derxistin, û pêra-pêra derî hatine girtinê. 31  Gava wana dixwest wî bikujin, xeber gihîşte serokê eskera, wekî temamiya Orşelîmê tevlihev bûye. 32  Û ewî derbêra tevî xwe esker û sersed birin, û çûne bal xelqê. Gava wana serokê eskera û esker dîtin, îda Pawlos nexistin. 33  Hingê serokê eskera nêzîk bû û Pawlos da girtinê. Ewî ferman da wekî destên wî bi du zincîra bêne girêdanê. Paşê ewî jê pirsî, ku ew kî ye û çi kiriye. 34  Lê xelqê dikire qîrîn, hineka tiştek digotin, hineka jî tiştekî din digotin. Serokê eskera ji bo vê tevlihevbûnê nikaribû fem kira ku çi qewimiye. Lema ewî ferman da, wekî Pawlos bivine eskerxanê. 35  Gava Pawlos gihîşte ber pêpelûnga, eskera ew hilbirin û usa birin, çimkî cimetê dixwest ziyan bida wî. 36  Gelek meriv pey wan dihatin û bi dengekî bilind digotin: “Wî bikujin!” 37  Gava Pawlos dibirin eskerxanê, ewî ji serokê eskera pirsî: “Îzin e ez tiştekî tera bêjim?” Ewî got: “Tu Yûnanî zanî? 38  Tu ev merivê Misirî nînî, yê ku hine wext pêşda, şer-dew pêşda anî û 4 000 mêrkuj bire beriyê?” 39  Hingê Pawlos got: “Na, ez Cihû me û ji Tarsûsa Kîlîkyayê me. Ez bajarvanê bajarekî navdar im. Lema ez reca dikim, îzinê bide min, wekî ez cimetêra xeber dim”. 40  Çaxê serokê eskera îzin da Pawlos, ew ser pêpelûnga sekinî, û bi destê xwe cimetêra nîşan kir wekî xwe ker kin. Gava cimetê xwe ker kir, ewî bi zimanê Îbranî wanra got:

Спартьн

Raste-rast “me xwe ker kir”.
Dêmek heywanên ku xûna wan nehatibû rêtin.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”.