Karên Şandiya 23:1-35
23 Pawlos Dîwana Bilind ya Cihûya* nihêrî û got: “Birano, heta roja îro îsafa min ber Xwedê temiz e”.
2 Hingê kahînê mezin Hananiya ferman da wan, yên ku nêzîkî Pawlos sekinî bûn, wekî devê wî xin.
3 Pawlos jî wîra got: “Dîwarê sipîkirî,* Xwedê jî wê te xe! Tu vira rûniştî yî wekî li gora Qanûnê dîwana min bikî, lê tu xwexa miqabilî Qanûnê fermanê didî ku li min xin”.
4 Yên ku kêleka wî sekinî bûn, gotin: “Tu kahînê mezin yê Xwedê bêhurmet dikî?”
5 Pawlos jî got: “Birano, min nizanibû ku ew kahînê mezin e. Çawa ku hatiye nivîsarê: ‘Serwêrê miletê xwe bêhurmet neke’”.
6 Ji bo wê yekê ku Pawlos zanibû wekî hinek ji Dîwana Bilind ya Cihûya Sadûqî ne û hinek jî Fêrisî ne, ewî bi dengekî bilind got: “Birano, ez Fêrisî me, û kurê Fêrisiya me. Ez rabûna miriya bawer dikim, lema dîwana min dikin”.
7 Bona wan giliya nava Fêrisî û Sadûqiyada dew-doz pêşda hat, û dutîretî kete nava civînê.
8 Çimkî Sadûqî dibêjin ku ne rabûna miriya heye, ne melek hene û ne jî ruh, lê Fêrisî van hemû tişta bawer dikin.
9 Hingê cimetê destpêkir bike qare-qar, û hine qanûnzanên Fêrisî rabûn hêrse-hêrs gotin: “Em vî merivîda tu sûcî navînin, lê hergê ruhekî yan melekekî wîra xeber daye . . .”.
10 Gava dew-doz diha zêde bû, serokê eskera tirsiya ku Pawlos ji destê xelqê bê kuştinê. Lema ewî ferman da eskera, ku ewana wî ji nav xelqê derxin û bivin eskerxanê.
11 Wê şevê Xudan ber wî xuya bû û got: “Mêrxas be! Çawa ku te Orşelîmêda rind derheqa min şedetî da, tuyê Romêda jî derheqa min şedetiyê bidî”.
12 Gava bû roj, Cihûya nav xweda sond xwarin wekî nifir li wan be, hergê ewana tiştekî bixwin yan vexwin heta Pawlos nekujin.
13 Hejmara kesên ku sond xwaribûn ji 40 merivî zêdetir bûn.
14 Ev meriv çûne bal serokên kahîna û rûspiya û gotin: “Me sond xwariye û me got ku nifir li me be, hergê em tiştekî bixwin yan vexwin, heta ku Pawlos nekujin.
15 Lema hûn gerekê tevî Dîwana Bilind ya Cihûya, ji serokê eskera hîvî kin, wekî ew Pawlos bîne bal we. Bira usa bê kifşê, yançi hûn dixwazin derheqa wî her tiştî hê rast pêbihesin. Lê pêşiya ku ew bigihîje vira, emê wî bikujin”.
16 Gava kurê xûşka Pawlos pêhesiya ku wana telik danî wekî Pawlos bikujin, ew çû eskerxanê û ev xeber gîhande Pawlos.
17 Hingê Pawlos gazî sersedekî kir û jêra got: “Vî xortî bive bal serokê eskera, çimkî ew dixwaze tiştekî wîra bêje”.
18 Ewî jî ew bire bal serokê eskera û got: “Pawlosê girtî gazî min kir û ji min hîvî kir, wekî ez vî xortî bînim bal te, çimkî ew dixwaze tiştekî tera bêje”.
19 Serokê eskera destê vî xortî girt, ew bire alîkî û jê pirsî: “Tu çi dixwazî minra bêjî?”
20 Ewî got: “Cihûya nav xweda safî kirine ku ji te hîvî kin, wekî tu sibê Pawlos bînî ber Dîwana Bilind ya Cihûya, yançi ewana dixwazin derheqa wî her tiştî hê rast pêbihesin.
21 Lê tu wana bawer neke, çimkî ji nav wan 40 merivî zêdetir Pawlosra telik danîne. Wana sond xwariye ku nifir li wan be, hergê ewana tiştekî bixwin yan vexwin, heta ku Pawlos nekujin. Ewana niha hazir in û hîviya safîkirina te ne”.
22 Hingê serokê eskera vî xortîra got: “Tiştên ku te minra gotine, tu kesîra nebêje”, û paşê ewî ew berda.
23 Ewî gazî du serseda kir û wanra got: “Hazir kin 200 eskera, 70 siyara û 200 rimdara. Bira ewana îşev nêzîkî siheta neha* herine Qeyseryayê.
24 Xêncî wê yekê, bona Pawlos hespa hazir kin, wekî ew sax-silamet bigihîje cem Felîksê welî”.
25 Serokê eskera him jî nemeke usa nivîsî:
26 “Ez, Klawdyo Lûsyo, silav li te Felîksê Weliyê Xweyîqedir dikim!
27 Cihûya ev meriv girtin û hindik mabû ew bihata kuştinê. Lê ez tevî eskerên xwe zû hatim hewara wî, çimkî min bihîst ku ew bajarvanê Romê ye.
28 Min dixwest pêbihesiyama ku Cihû çida wî neheq dikin, lema min ew şande bal Dîwana Bilind ya Cihûya.
29 Min fem kir ku ew ji bo pirsên ku Qanûna wanva girêdayî ne, hate sûcdarkirinê. Lê ez tu sebebî navînim wekî ew hêjayî kuştinê, yan girtinê ye.
30 Û çimkî minra hate gotinê ku Cihûya telik danîne, wekî wî bidine kuştinê, min ew pêra-pêra şande bal te. Min gote kesên ku şikiyatê wî dikin, wekî çi dixwazin miqabilî wî bêjin, ber te bêjin”.
31 Çawa ku eskerara ferman hatibû dayînê, wana şev Pawlos birin Entîpetrîsê.
32 Roja din wana siyar tevî Pawlos şandin, lê xwexa vegeriyane eskerxanê.
33 Çaxê ewana gihîştine Qeyseryayê, siyara neme gîhandine welî û Pawlos dane destê wî.
34 Welî neme xwend û ji Pawlos pirsî, ku ew ji kîjan herêmê ye. Gava ew pêhesiya ku Pawlos ji Kîlîkyayê ye,
35 got: “Çaxê kesên ku şikiyatê te dikin bêne vira, ezê guh bidime te”. Û ewî ferman da ku Pawlos qesira Hêrodesda bin nobedariyêda bimîne.
Спартьн
^ Dêmek Sanhedrîn.
^ Ev gilî bona kesên durû dihate gotinê.
^ Raste-rast “şev siheta sisiya”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.