Li Gora Lûqa 12:1-59

  • Hevîrtirşkê Fêrisiya (1-3)

  • Ne ku ji meriva, lê ji Xwedê bitirsin (4-7)

  • Yektiya tevî Mesîh qebûl kin (8-12)

  • Mesela merivê dewletîyî bêfem (13-21)

  • Xem nekin (22-34)

    • Keriyê biçûk (32)

  • Hişyarbûn (35-40)

  • Serwêrê malêyî amin û neamin (41-48)

  • Ne ku edilayî, lê hevqetandin (49-53)

  • “Çima hûn fem nakin ku niha çi diqewime?” (54-56)

  • Tevî kesê ku şikiyatê te dike li hev were (57-59)

12  Wî çaxî, gava bi hezara meriv tevayî top bûn, usa ku wana pêl nigên hev dikirin, Îsa destpêkir pêşiyê şagirtên xwera bêje: “Xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiya, dêmek ji durûtiya wan xwey kin. 2  Lê tu tiştê dizîva tune ku neyê eşkerekirinê, û tu sur tune ku neyê eyankirinê. 3  Lema jî tiştê ku hûn teriyêda dibêjin, wê ronayêda bê bihîstin. Tiştên ku hûn hundurê odêda bi dengê nimiz* dibêjin, wê ser baniya bê elamkirinê. 4  Dostên min, xêncî vê yekê ez wera dibêjim: Ji wana netirsin yên ku dikarin bedenê bikujin, lê paşê nikarin tu tiştî bikin. 5  Lê ezê wera bêjim ku hûn gerekê ji kê bitirsin: Ji Wî bitirsin, yê ku ne tenê dikare bikuje, lê usa jî hukumê wî heye, ku paşê bavêje Gêhênayê.* Erê, ez wera dibêjim ji Wî bitirsin. 6  Ne pênc çivîkên biçûk bi du qurûşa* têne firotanê? Dîsa jî, Xwedê ji wan qe yekê jî bîr nake. 7  Lê çi li we dikeve, hemû porên serê we jî jimartî ne. Netirsin, hûn ji gelek çivîka qîmettir in. 8  Ez wera dibêjim, her kesê ku ber meriva bêje, wekî ew şagirtê min e, Kurê însên jî wê ber melekên Xwedê bêje ku ew kes şagirtê wî ye. 9  Lê her kesê ku min ber meriva înkar ke, ewê jî ber melekên Xwedê bê înkarkirinê. 10  Û her kesê ku tiştekî miqabilî Kurê însên bêje, wê li wî bê baxşandinê. Lê yê ku miqabilî ruhê pîroz kifiriya bike, wê wî neyê baxşandinê. 11  Gava we bivin ber civînên mezin,* serwêrên dewletê û hukumdara, xem nekin ku hûnê xwe çawa biparêzin, yan jî çi bêjin, 12  çimkî vê demê wê ruhê pîroz we hîn ke, ku gerekê hûn çi bêjin”. 13  Hingê ji nav elaletê yekî wîra got: “Dersdar, birê minra bêje bira mîratê minra pareveke”. 14  Îsa wîra got: “Kî ez kifş kirime wekî ser we hakimtiyê bikim, yan jî mîratê wera parevekim?” 15  Paşê ewî wanra got: “Haj xwe hebin û xwe ji her cûre timayê biparêzin, çimkî emirê însên girêdayî nîne vê yekêva ku hebûka wî çiqas e”. 16  Û ewî wanra meselek got: “Zeviya merivekî dewletî gelek ber da. 17  Lema ewî xwera got: ‘Gelo ez çi bikim? Cî jî tune ku berên zeviya xwe têkimê’. 18  Paşê ewî got: ‘Ezê usa bikim: Ezê embarên xwe hilşînim û yên hê mezin çêkim, û hemû berên zeviya xwe û hebûka xwe têda top kim, 19  û ezê xwera bêjim: “Te xwera têra gelek sala tişt top kirine, hêsa be, bixwe, vexwe û kêf ke”’. 20  Lê Xwedê wîra got: ‘Bêfemo, îşev emirê te ji te tê standinê. Îja her tiştê ku te top kiriye, wê kêra bimîne?’ 21  Usa tê serê her kesê ku xiznê xwera top dike, lê çevê Xwedêda dewletî nîne”. 22  Paşê ewî şagirtên xwera got: “Lema ez wera dibêjim, îda bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, yan jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. 23  Çimkî emir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kinca. 24  Li qirqirka binihêrin: Ewana ne diçînin, ne jî didirûn, û ne jî embarên wan hene. Lê dîsa jî Xwedê wana têr dike. Ne hûn ji çivîka qîmettir in? 25  Kî ji we dikare bi xemên xwe, emirê xwe deqekê zêde ke? 26  Lema, hergê hûn nikarin tiştekî biçûk jî bikin, çima hûn bona tiştên din xem dikin? 27  Dîna xwe bidine sosina ku ewana çawa şîn dibin: Ewana ne dixebitin, ne jî kinca didirûn. Lê ez wera dibêjim, ku hela hê Silêman Padşa jî temamiya xêr-xizna xweda mîna yekî ji wan, kinc li xwe nedikir. 28  Kêmbawerno, hergê Xwedê gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine tendûrê, usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke! 29  Îda xem nekin ka hûnê çi bixwin û çi vexwin, û îda zêde ber xwe nekevin. 30  Miletên din pey wan hemû tişta dikevin. Lê Bavê we zane, ku hûn hewcê wan tişta ne. 31  Dewsê, bikevine heyra Padşatiya wî, û ew tişt wê wera bêne dayînê. 32  Netirse, keriyê biçûk, çimkî Bavê we xwest Padşatiyê bide we. 33  Hebûka xwe bifiroşin û kesîbara qenciyê bikin. Xwera kîsikên pera ku narizin, çêkin, û xizna li ezmana ku xilaz nabe, top kin, kîderê diz nikare bikevê û bizûz nikare bixwe. 34  Çimkî xizna we kîderê be, wê dilê we jî wêderê be. 35  Hazir bin* û bira çirên we vêxistî bin. 36  Mîna wan xulama bin, yên ku hîviya axayê xwe ne, wekî çaxê ew ji dewatê vegere û derî xe, ewana derbêra derî wî vekin. 37  Çiqas bextewar in ew xulam, yên ku hişyar dimînin, çaxê axayê wan tê! Ez rast wera dibêjim ewê xwe hazir ke,* wana ber sifrê bide rûniştandinê û berdestiyê wanra bike. 38  Û hergê ew êvarê dereng,* yan jî paşî nîvê şevê* bê û wana hazir bivîne, ewana bextewar in! 39  Lê vê yekê zanibin, hergê xweyê malê bizanibe ku diz wê kîjan sihetê bê, ewê nehêle ku diz bikeve mala wî. 40  Hûn jî hazir bimînin, çimkî Kurê însên wê siheteke usada bê, ku hûn hîviyê nîbin”. 41  Hingê Petrûs pirsî: “Xudan, tu vê meselê tenê mera dibêjî, yan her kesîra?” 42  Xudan got: “Xulamê amin û serwaxt* bi rastî kî ye, yê ku axayê wî ew ser xulamên mala xwera kifş kiriye, wekî ew xwarina wan wededa bide wan? 43  Çiqas bextewar e ew xulam, gava axayê wî bê û bivîne ku ew hema usa dike! 44  Ez rast wera dibêjim, ewê wî xulamî ser hemû hebûka xwera kifş ke. 45  Lê hergê ew xulam dilê xweda bêje, ‘Axayê min derengî dikeve’ û ew destpêke heval-xulamên xwe bikute, bixwe, vexwe û serxweş be, 46  axayê wî rojeke usada wê bê, ku ew xulam hîviya wî nîne, û siheteke usada, ku ew nizane, û ewê wî sert ceza ke û wî bavêje ciyê neamina. 47  Hingê ew xulamê ku xwestina axayê xwe fem kir, lê hazir nebû bona hatina wî û ne jî li gora xwestina wî kir, wê gelekî bê kutanê. 48  Lê yê ku fem nekiriye û tiştên usa kiriye ku hêjayî kutanê ye, wê hindik bê kutanê. Her kesê ku jêra gelek hatiye dayînê, wê gelek ji wî bê xwestinê. Û kêra gelek tişt hatine tesmîlkirinê, ji wî wê hê zêde bê xwestinê. 49  Ez hatim wekî ser erdê agir vêxim. Îda agir pêketiye, ji vê zêdetir ezê çi bixwazim? 50  Bi rastî nixumandinek heye, bi kîjanî ez gerekê bême nixumandinê, û heta ew bê sêrî, ez zef xemgîn im! 51  We tirê ez hatime edilayê bînim ser rûyê erdê? Na, ez wera dibêjim, ez hatime meriva ji hev biqetînim. 52  Ji vir şûnda, malekêda pênc kes wê miqabilî hev rabin, sê kes miqabilî du kesa, û du kes miqabilî sê kesa. 53  Bav wê miqabilî kur û kur miqabilî bav rabe, dayîk wê miqabilî qîzê û qîz miqabilî dayîkê rabe, xwesî wê miqabilî bûkê û bûk miqabilî xwesiyê rabe”. 54  Paşê Îsa cimetêra got: “Gava hûn divînin ku ewr ji roavayê bilind dibe, derbêra dibêjin, ‘Wê bakî qayîm rabe’, û usa jî dibe. 55  Û gava hûn divînin ku bayê başûrê tê, hûn dibêjin, ‘Wê gelek germ be’, û usa jî dibe. 56  Durûno! Hûn ji erd û ezmên têderdixin hewa wê çawa be, lê çima hûn fem nakin ku niha çi diqewime? 57  Hûn çima têdernaxin, ku çi rast e? 58  Mesele, gava tu tevî kesê ku şikiyatê te dike, diçî bal serwêrekî, rêda çiqas dikarî usa bike, ku tevî wî li hev bêyî, seva ku ew te nede destê hakim, û hakim te nede destê nobedar û ew jî te nevêje kelê. 59  Ez tera dibêjim, heta ku tu qurûşê xweyî paşin nedî, tuyê ji kelê dernekevî”.

Спартьн

Yan “dikine piste-pist”.
Binihêre Metta 5:22.
Yan “pol”.
Yan dibeke “ber sînagoga”.
Raste-rast “Bira pişta we girêdayî be”.
Raste-rast “pişta xwe girêde”.
Raste-rast “nobedariya dudada”. Dêmek êvarê siheta neha, heta nîvê şevê. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “ya sisiyada”. Dêmek ji nîvê şevê, heta weke siheta sisiya.
Yan “bîlan”.