Li Gora Lûqa 24:1-53

  • Îsa ji mirinê tê rakirinê (1-12)

  • Ser riya Emwasê (13-35)

  • Îsa şagirtara xuya dibe (36-49)

  • Îsa tê hildanê li ezmên (50-53)

24  Lê roja pêşin ya heftiyê, ewana serê sibehê zû çûne ber tirbê û biharetên bînxweş ku wana hazir kiribû, anîn. 2  Lê wana dît ku kevirê ber tirbê ji ciyê xwe hatiye gilorkirin, 3  û çaxê ketine hundur, cinyazê Xudan Îsa nedîtin. 4  Gava ewana hê bona vê yekê şaş mabûn, nişkêva du mêr bi kincên ku şewq didan ber wan sekinîn. 5  Jin tirsiyan û serê xwe kirine ber xwe. Evan mêra gotine wan: “Hûn çima nav miriyada yê sax digerin? 6  Ew vira nîne, ew ji mirinê hatiye rakirinê. Bînin bîra xwe çaxê ew hê Celîlêda bû çi wera got, 7  ku gerekê Kurê însên bidine destê gunekara, ser stûnê bê dardakirinê û roja sisiya ji mirinê bê rakirinê”. 8  Hingê wana gotinên wî anîne bîra xwe, 9  û ew ji tirbê vegeriyan, çûn û her tişt Yanzdehara* û yên dinra gilî kirin. 10  Ew Meryema Megdelanî, Yohana û Meryema diya Aqûb bûn. Û jinên din jî, yên ku tevî wan bûn, ev hemû tişt şandiyara gilî kirin. 11  Lê gotinên wan bona şandiya pûç hatine kifşê, û baweriya xwe wan kulfeta neanîn. 12  Lê Petrûs rabû û lez berbi tirbê çû. Gava ew qûz bû û hundur nihêrî, tenê perçê kitanî dît. Hingê ew ji wêderê çû û xwera difikirî ku gelo çi qewimiye. 13  Lê vê rojê, du şagirt diçûne gundekî bi navê Emwas, kîjan ku weke 11 kîlomêtra dûrî Orşelîmê bû, 14  û wana derheqa hemû tiştên ku qewimîbûn hevra xeber dida. 15  Û gava wana nav hevda xeber dida û derheqa van tişta şêwir dikirin, Îsa nêzîkî wan bû û tevî wan çû, 16  lê wana ew nas nekir. 17  Ewî wanra got: “Hûn rêda usa kele-kel derheqa çi hevra xeber didin?” Hingê ewana medekirî sekinîn. 18  Yek ji wan, navê kîjanî Klêpas bû, wîra got: “Çi ye, tu xerîb î, ji Orşelîmê tenê te nebihîstiye ku van roja wir çi qewimiye?” 19  Ewî ji wan pirsî: “Çi qewimiye?” Wana wîra got: “Tu derheqa tiştên ku hatine serê Îsayê Nisretê nizanî? Ew ber Xwedê û hemû meriva bi gotin û kirên xwe pêxemberekî zor bû. 20  Serokên kahîna û serwêrên me cezaya mirinê dane ser wî, û ew ser stûnê mix kirin. 21  Lê gumana me ew bû, wekî yê ku wê Îsraêlê xilaz ke ew e. Xêncî vê yekê, îro roja sisiya ye ku ev hemû tişt qewimî ne. 22  Him jî, hine kulfetên nav meda em ecêbmayî kirin. Ewana sibehê zû çûbûne ber tirbê, 23  lê cinyazê wî nedîtibûn, ewana hatin û gilî kirin ku melek wanra xuya bûne, û gotine wekî ew sax e. 24  Paşê ji me hine kes çûne ber tirbê, û çawa ku kulfeta gotibû, usa bû, lê ew nedîtin”. 25  Hingê ewî wanra got: “Bêaqilno! Hûn çiqas çetin baweriya xwe hemû gotinên pêxembera tînin! 26  Ne gerekê Mesîh ew cefa bikişanda û biketa rûmeta xwe?” 27  Û ewî destpêkir wanra ji Mûsa û ji hemû Pêxembera tiştên ku derheqa wî temamiya Nivîsarên Pîrozda nivîsar bûn, şiroveke. 28  Axiriya-axiriyê, ewana nêzîkî wî gundî bûn ku diçûnê, û ewî usa da kifşê ku yançi ew riya xwe dîsa berdewam dike. 29  Lê wana zorê wî kir û gotin: “Cem me bimîne, çimkî îda berê êvar e û ro diçe ava”. Ew jî tevî wan çû û cem wan ma. 30  Gava ew tevî wan ber sifrê bû, ewî nan hilda, dua kir, nan ker kir* û da wan. 31  Hingê wana fem kir ku ew kê ye û ew nas kirin, lê ew ber çevê wan unda bû. 32  Û wana hevra got: “Gelo agir dilê me nediket, gava ewî rêda tevî me xeber dida û Nivîsarên Pîroz zelal şirovedikir?” 33  Û hema wê sihetê ewana rabûn û vegeriyane Orşelîmê. Wana Yanzdeh tevî yên din civiyayî dîtin, 34  yên ku gotin: “Rastî jî Xudan ji mirinê hatiye rakirinê, û ew Şimhûnra xuya bûye!” 35  Hingê wana gilî kir ku rêda çi qewimî û çawa wana ew nas kir gava ewî nan ker kir. 36  Çaxê wana hê derheqa van tişta xeber dida, Îsa nav wanda xuya bû û got: “Silav li we”.* 37  Lê ewana ziravqetandî bûn, û ji tirsê wana tirê ruhekî divînin. 38  Hingê ewî wanra got: “Çima hûn tevlihev bûne û dilê xweda dikevine şikê? 39  Dest û nigên min binihêrin, eva ez im. Destên xwe bidine min û bivînin, çimkî hergê ez ruh bûma, weyê nikaribûya destê xwe bida bedena min”.* 40  Gava ewî ev yek digot, dest û nigên xwe nîşanî wan kirin. 41  Lê wana ji şabûnê û ji ecêbmayîbûnê hê bawer nedikir, lema jî ewî wanra got: “Tiştekî xwarinê bal we heye?” 42  Wana jî kidore mesiyê pijandî da wî, 43  ewî jî hilda û ber çevê wan xwar. 44  Paşê ewî wanra got: “Gava ez hê bal we bûm, min wera got wekî hemû tiştên ku Qanûna Mûsada, Nivîsarên Pêxemberada û Zebûrada derheqa min hatine nivîsarê, gerekê bêne sêrî”. 45  Hingê ewî alî wan kir ku mena Nivîsarên Pîroz bi temamî fem bikin,* 46  û wanra got: “Awa usa nivîsar e: Mesîh wê biçerçire û roja sisiya wê ji mirinê bê rakirinê. 47  Û ser hîmê navê wî, derheqa tobekirinê ku baxşandina guna bistînin, wê hemû miletara bê belakirinê, destpêbûyî ji Orşelîmê. 48  Hûnê bibine şedên van tişta. 49  Û tiştê ku Bavê min soz daye, ezê wera bişînim. Lê hûn, bajêrda bimînin heta ji jor qewatê bistînin”. 50  Paşê ewî ew derxistin, birin Beytanyayê, û wêderê destên xwe bilind kir û dua li wan kir. 51  Gava ewî hê dua li wan dikir, ew ji wan qetiya û berbi ezmên hate hildanê. 52  Wana serê xwe ber wî danî û bi şabûneke mezin vegeriyane Orşelîmê. 53  Û ewana her gav paristgehêda bûn û pesinê Xwedê didan.

Спартьн

Dêmek 11 şandî.
Raste-rast “şkênand”.
Raste-rast “Edilayî li we”.
Raste-rast “goşt û hestiyên min”.
Raste-rast “femê wan vekir”.