Li Gora Lûqa 9:1-62
-
Donzdeh bona xizmetiyê rêberiyê distînin (1-6)
-
Hêrodes ji bo Îsa tevlihev dibe (7-9)
-
Îsa 5 000 têr dike (10-17)
-
Petrûs dibêje ku Îsa Mesîh e (18-20)
-
Îsa derheqa mirina xwe pêşda dibêje (21, 22)
-
Şagirtên rast (23-27)
-
Îsa rûva tê guhastinê (28-36)
-
Gedekî cinaketî qenc dibe (37-43a)
-
Îsa dîsa derheqa mirina xwe pêşda dibêje (43b-45)
-
Şagirt hevra dikevine dewê, ku ji wana yê herî mezin kî ye (46-48)
-
Kî ku miqabilî me nîne, aliyê me ye (49, 50)
-
Gundekî Sameriya Îsa qebûl nake (51-56)
-
Çi tê hesabê pey Îsa herin (57-62)
9 Paşê Îsa gazî Donzdeha* kir, qewat û hukum da wan, wekî cina derxin û nexweşiya qenc kin.
2 Ewî ew şandin, wekî derheqa Padşatiya Xwedê gilî kin û meriva qenc kin,
3 û wanra got: “Bona rêwîtiyê tu tiştî xwera nebin, ne şivdar, ne torbê xwarinê, ne nan, ne pera,* û ne jî kirasê zêde.
4 Gava hûn bikevine malekê, bal wan bimînin heta ji wêderê herin.
5 Û kîderê meriv we qebûl nekin, gava hûn ji wî bajarî derkevin, toza nigên xwe dawşînin, wekî wanra bibe şedetî”.*
6 Hingê ewana derketin û nav herêmêda gund-gund geriyan, û hemû dera mizgînî bela dikirin û yên nexweş qenc dikirin.
7 Serwêrê* herêmê Hêrodes,* derheqa wan hemû tişta pêhesiya û gelek tevlihev bû, çimkî hineka digot ku Yûhenna ji mirinê hatiye rakirinê,
8 hineka jî digot ku Êlyas xuya bûye, lê hinekên din jî digotin, ku yek ji pêxemberên berê ji mirinê rabûye.
9 Hêrodes got: “Min serê Yûhenna da jêkirinê. Lê ew kî ye ku ez van tişta derheqa wî dibihêm?” Lema Hêrodes gelek dixwest wî bivîne.
10 Gava şandî vegeriyan, wana hemû tiştên ku kiribûn, Îsara gilî kirin. Paşî vê yekê, ewî ewana tevî xwe birin û çû bajarê Beytsaydayê, wekî tevayî tenê bimînin.
11 Lê gava cimet derheqa vê yekê pêhesiya, pey wî çû. Ewî ewana bi dilgermî qebûl kirin û wanra derheqa Padşatiya Xwedê xeber da û yên nexweş qenc kirin.
12 Berê êvarê, Donzdeh hatine bal Îsa û wîra gotin: “Cimetê bişîne, bira herin gunda û ciyên der-dor, seva ku xwera xwarinê û ciyê razanê bivînin, çimkî em li cîkî xikî-xwelî ne”.
13 Lê ewî wanra got: “Hûn xwarinê bidine wan”. Wana jî got: “Bal me xêncî pênc nana û du mesiya tiştek tune. Dêmek em xwexa herin bona wan hemû meriva xwarinê bikirin?”
14 Çimkî wêderê weke 5 000 mêr bûn. Lê ewî şagirtên xwera got: “Wana bi 50 kesa kom-kom bidine rûniştandinê”.
15 Wana jî usa kir, û hemûşk dane rûniştandinê.
16 Îsa ew pênc nan û du mesî hildan, li ezman nihêrî û dua kir.* Paşî vê yekê, ew ker kirin* û da şagirtên xwe, wekî ewana elaletêra bela kin.
17 Hemûya xwar û têr bûn. Û wana 12 sevet* bermayî top kirin.
18 Rojekê, gava Îsa tenê dua dikir, şagirt hatine bal wî, û ewî ji wan pirsî: “Bi texmîna cimetê, ez kî me?”
19 Wana caba wî da: “Dibêjin Yûhennayê Nixumdar,* lê hinek dibêjin Êlyas, hinek jî dibêjin yek ji pêxemberên berê ye, ku ji mirinê rabûye”.
20 Ewî jî ji wan pirsî: “Lê hûn çi difikirin, ez kî me?” Petrûs caba wî da: “Mesîhê Xwedê yî”.
21 Hingê ewî temî da wan, ku vê yekê tu kesîra nebêjin,
22 û serda got: “Kurê însên gerekê gelek cefa bikişîne, û ji aliyê rûspiya, serokên kahîna û qanûnzanada bê înkarkirinê, bê kuştinê, û roja sisiya ji mirinê bê rakirinê”.
23 Paşê ewî hemûyara got: “Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê her roj stûna xweye cefê hilgire û pey min bê.
24 Çimkî yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke. Lê yê ku emirê xwe bona xatirê min unda ke, wê xilaz ke.
25 Hergê meriv temamiya dinyayê qazanc ke, lê emirê xwe unda ke, yan zirarê bide xwe, kara wî çi ye?
26 Kî ku min û giliyên min şerm bike, Kurê însên jî wê wî şerm bike, gava rûmeta xweda, rûmeta Bavêda û rûmeta melekên pîrozda bê.
27 Lê ez rast wera dibêjim, vira nav weda hine meriv hene, yên ku wê nemirin,* heta Padşatiya Xwedê nevînin”.
28 Weke heyşt roja paşî van giliya, ewî Petrûs, Yûhenna û Aqûb tevî xwe birin û hilkişiya ser çiyê ku dua bike.
29 Û gava ewî dua dikir, ew rûva hate guhastinê û kincên wî sipî bûn û dibiriqîn.
30 Û va du meriva tevî wî xeber didan. Ew Mûsa û Êlyas bûn.
31 Ewana bi rûmet xuya bûn, û destpêkirin derheqa çûyîna wî xeber din, çi ku wê Orşelîmêda bihata sêrî.
32 Petrûs û kesên ku tevî wî bûn, xewra çûbûn. Lê gava ewana hişyar bûn, wana rûmeta wî û usa jî her du merivên cem wî sekinî, dîtin.
33 Û gava ev her du meriv ji wî dûr diketin, Petrûs Îsara got: “Dersdar, ça baş e ku em vira ne. Bihêle em sê holika çêkin, yekê bona te, yekê bona Mûsa û yekê jî bona Êlyas”. Ewî xwexa fem nedikir ku çi dibêje.
34 Lê gava ewî hê xeber dida, ewrek xuya bû û dakete ser wan. Çaxê ewana ketine bin ewr, tirs kete dilê wan.
35 Hingê dengek ji ewr hat û got: “Ev e Kurê min, bijartiyê min. Guh bidine wî”.
36 Gava ew deng hat, şagirta dît ku Îsa tenê ye. Wana xwe ker kir û wan rojada tu kesîra tiştên ku dîtibûn, negotin.
37 Roja din, gava ewana ji çiyê daketin, elaleteke mezin hate pêşiya Îsa.
38 Û va, merivekî ji elaletê kire gazî û got: “Dersdar, ez hîvî te dikim, alî kurê min bike!* Ew kurê minî tayê tenê ye.
39 Cin wî digire, kurik nişkêva dike qîrîn, vediheje û kef ber dêv dikeve. Ew wî birîndar dike, û paşê ancax ji wî dûr dikeve.
40 Min ji şagirtên te reca kir, wekî evî cinî derxin, lê wana nikaribû”.
41 Îsa got: “Nisilê bêbawer û gunekar, heta kengê gerekê ez tevî we bim û we sebir kim? Kurê xwe bîne vira”.
42 Heta kurik nêzîk dibû jî, cin ew avîte erdê û qayîm vehejand. Lê Îsa sert ferman da cin, kurik qenc kir û da bavê wî.
43 Û gişk ser zoraya qewata Xwedê ecêbmayî mabûn.
Gava ewana ser hemû kirên wî hê ecêbmayî diman, ewî şagirtên xwera got:
44 “Rind guh bidin û van gotina bîr nekin, çimkî wê Kurê însên bidine destê meriva”.
45 Lê wana fem nekir ku ew çi dibêje, çimkî nêta van giliya ji wana veşartî bû, û ewana ditirsiyan derheqa vê yekê ji wî bipirsin.
46 Paşê şagirt hevra ketine dewê, ku ji wana yê herî mezin kî ye.
47 Îsa zanibû ewana dilê xweda çi difikirin, lema jî zarek anî da kêleka xwe,
48 û wanra got: “Kî ku vê zarê bona xatirê navê min qebûl ke, ew min jî qebûl dike. Û kî ku min qebûl dike, Yê ku ez şandime jî qebûl dike. Çimkî yê ku nav weda xwe herî biçûk hesab dike, ew e yê herî mezin”.
49 Yûhenna got: “Dersdar, me dît ku kesek bi navê te cina derdixe. Me xwest wî bidine sekinandinê, çimkî ew pey me nayê”.
50 Lê Îsa wîra got: “Riya wî negirin, çimkî kî ku miqabilî we nîne, aliyê we ye”.
51 Gava roj nêzîk dibûn wekî ew bihata hildanê li ezmên, ewî safî kir here Orşelîmê.
52 Û pêşiya xwe ewî qasid şandin. Ewana jî çûn, ketine gundekî Sameriya, wekî bona hatina wî her tiştî hazir kin.
53 Lê wana ew qebûl nekir, çimkî ewî dixwest here* Orşelîmê.
54 Gava şagirtên wî Aqûb û Yûhenna ev yek dîtin, wana got: “Xudan, dixwazî em ji ezmên agir bixwazin ku bibare û qira van bîne?”
55 Lê Îsa berê xwe da wan û sert ewana şîret kirin.*
56 Paşê ewana çûne gundekî din.
57 Gava ewana rêda bûn, kesekî jêra got: “Dersdar, tu kuda jî herî, ezê pey te bêm”.
58 Lê Îsa wîra got: “Holikên rûviya* hene ku têda dimînin, û hêlûnên çivîkên ezmana jî hene, lê qe cîk tune wekî Kurê însên serê xwe lê dayne”.
59 Paşê ewî yekî dinra got: “Pey min were”. Lê evî merivî got: “Xudan, îzinê bide min, ku ez pêşiyê herim bavê xwe çel kim”.
60 Lê Îsa wîra got: “Bira mirî miriyên xwe çel kin, lê tu here û hemû dera derheqa Padşatiya Xwedê elam ke”.
61 Û yekî din jî got: “Xudan, ezê pey te bêm, lê pêşiyê îzinê bide min, ku ez xatirê xwe ji neferên xwe bixwazim”.
62 Îsa wîra got: “Kesê ku erdê xwe cot dike* û pişt xweva dinihêre, ne hêjayî Padşatiya Xwedê ye”.
Спартьн
^ Dêmek 12 şandî.
^ Raste-rast “zîv”.
^ Dêmek cabdarî ji stiyê wan dertê.
^ Raste-rast “tetrarx”.
^ Dêmek Hêrodes Antîpas.
^ Yan “şikirî da”.
^ Raste-rast “nan şkênandin”.
^ Yan “zembîl”.
^ Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
^ Raste-rast “mirinê tem nekin”.
^ Raste-rast “kurê min binihêre”.
^ Raste-rast “berê xwe da”.
^ Yan “hilat”.
^ Yan “qulên rûviya”.
^ Raste-rast “destê xwe datîne ser cot”.