Kilam 43
Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin
(1 Korintî 16:13)
1. Hûn hişyar bin, û egît bin,
Baweriyêda bişidin.
Bi mêrxasî pêşda herin,
Awa hûnê ser kevin.
Em timê gura Îsa dikin,
Giliyê wî her tim qewî xwey kin.
(Lêwegerandin)
Timê hişyar bin û egît bin,
Helal bin heta axiriyê.
2. Hûn hişyar bin û ser xwe bin,
Guhdariyêda hazir bin.
Gotin û hêlanê xulam,
Ji Îsa ne, qebûl kin.
Şîretêd rûspiya her tim hildin,
Şivantiyê dikin, we xwey dikin.
(Lêwegerandin)
Timê hişyar bin û egît bin,
Helal bin heta axiriyê.
3. Hûn hişyar bin, yektiyê xwey kin,
Û mizgîniyê bela kin.
Dijmin zorê bide we jî,
Hûn tu car tesmîl nebin.
Hûn timê pesnê Xwedê bidin,
Roja wî nêzîke bawer kin.
(LÊWEGERANDİN)
Timê hişyar bin û egît bin,
Helal bin heta axiriyê.
(Binihêre usa jî Met. 24:13; Îbrn. 13:7, 17; 1 Pet. 5:8.)