Kilam 28
Kilama Nû
(Zebûr 98)
1. Bêje kilama nû Derheqa hemû kirêd baş,
Yêd ku Xwedê kiriye Û dîsa wê bike.
Yahowa zor e, Ew Xwedayê Altîndar e,
Bi heqiyê û rastiyê Dîwanê ew dike.
(Lêwegeradin)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yahowa ye Padşa.
2. Bi dengê pir xweş Û şa bistirê padşêra,
Bi kilama, dil-eşq Tu rûmet ke Xweda.
Bira her kes ji me, Bi dengekî hevra bistirê.
Dengek bira bidin Borî, saz û çengê.
(Lêwegeradin)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yahowa ye Padşa.
3. Bira ber û erd Rûmet kin navê Yahowa,
Efrînê ser erdê, Her gav bidin pesna.
Çem, zinar û çol, Bira kilamêd nû bêjin,
Bona karêd Xwedê Pesna her tim bidin.
(LÊWEGERADİN)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yahowa ye Padşa.
(Binihêre usa jî Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10.)