Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 151

Wê Gazî ke

Wê Gazî ke

(Îbo 14:13-15)

  1. 1. Emrê merya pir zû derbaz dibe,

    Em lezetê navînin.

    Îro heye, sibê xilaz dibe,

    Tenê hêsir dimînin.

    Hergê kesek mir, gelo wê rabe?

    Wa Xwedê çi soz dide:

    (LÊWEGERANDIN)

    Gazî ke, ew wê cav bidin,

    Wê rabin dîsa bijîn.

    Xwedê bîra wan dike,

    Ew dide wanra jîyîn.

    Bawer ke, ew roj wê hebe,

    Saxbûnê wê bistînin.

    Ewên kî ku amin be

    Her-heyî wê emir kin.

  2. 2. Her dostên xwe Xwedê qe bîr nake.

    Yên ku îda sax nînin,

    Ji xewa kûr wana hişyar bike,

    Em qet dudilî nînin.

    Emirê cinetê wê bextewar be:

    Her hêsir wê paqij be.

    (LÊWEGERANDIN)

    Gazî ke, ew wê cav bidin,

    Wê rabin dîsa bijîn.

    Xwedê bîra wan dike,

    Ew dide wanra jîyîn.

    Bawer ke, ew roj wê hebe,

    Saxbûnê wê bistînin.

    Ewên kî ku amin be

    Her-heyî wê emir kin.

(Usa ji binihêre Yûhn. 6:40; 11:11, 43; Aqûb 4:14).