Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rûmetê Bide Yehowa

Rûmetê Bide Yehowa

(Zebûr 96:8)

Bidine Kişandinê:

  1. 1. Bavê ezmana Yehowa,

    Tu kes mîna te tune.

    Tu dilovan û dilrem î,

    Ez gelek ji Te razî me.

    Te erd-ezman efirandiye,

    Gelek xweş in kirên te!

    Kê ye meriv, ya Yehowa,

    Ku Tu didî wî dîna xwe?

    (LÊWEGERANDIN)

    Ya Yehowa, ev e kilama min,

    Ew bona pesinê te ye.

    Tu yî Xwedê û Padşê herheyî,

    Ça bilind e navê te,

    Ez rûmetê didme te!

  2. 2. Bavo dijîm ez bona te,

    Xebera te pir xweş e.

    Ezê hertim bi şabûnê,

    Elam kim bona qenciya te.

    Ez qîmet dikim Yehowa,

    Ku xizmetkarê te me.

    Tu qewata xwe didî min,

    Her gav rêberiya min bike.

    (LÊWEGERANDIN)

    Ya Yehowa, ev e kilama min,

    Ew bona pesinê te ye.

    Tu yî Xwedê û Padşê herheyî,

    Ça bilind e navê te,

    Ez rûmetê didme te!

  3. 3. Tev, hîv û steyrkên ezmana,

    Deşt û çiyayên mezin,

    Ev hezkirina Te mera,

    Her gav û rind eyan dikin.

    Ez van tişta rind divînim,

    Lema payê te didim.

    Heta ez hebim, Yehowa,

    Rûmetê bidim te hertim.

    (LÊWEGERANDIN)

    Ya Yehowa, ev e kilama min,

    Ew bona pesinê te ye.

    Tu yî Xwedê û Padşê herheyî,

    Ça bilind e navê te,

    Ez rûmetê didme te!

(Usa jî binihêre Zeb. 96:1-10; 148:3, 7).