Bi Bawerî Binihêre
(Zebûr 27:13)
Bidine Kişandinê:
1. Ne ji diranên şêra
Ne ji şûrê dijmina,
Ez natirsim tu cara,
Xwedê min her zeman
Xilas dike ji destê wan.
(LÊWEGERANDIN)
Bi bawerî ez ronîyê dibînim,
Bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
Qewatê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim
Bi bawerî.
2. Yên ku li çaxên berê
Dilrast man li ber Xwedê
Wê hemû rojekê
Ji xewa mirinê
Rabin ji bo xelatekê.
(LÊWEGERANDIN)
Bi bawerî ez ronîyê dibînim,
Bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
Qewatê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim
Bi bawerî.
(PIR)
Bi bawerî dilê min bêtirs e
Û hêviya min qayîm e.
Bawerî min li hemberî tengasiyê
Qewî û bînfireh dike!
3. Dinyaya nû nêzîk e,
Bavê me soz daye.
Ez dilqewî me,
Qet şika min tune,
Yehowa wê min xilas bike.
(LÊWEGERANDIN)
Bi bawerî ez ronîyê dibînim,
Bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
Qewatê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim
Bi bawerî,
Bi bawerî.
(Usa jî binihêre Îbr. 11:1-40.)