Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

JenkoAtaman/stock.adobe.com

HIŞYAR BIMÎNIN!

Sala 2023-da Çi Meniyên bona Hêviyê Hene—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Sala 2023-da Çi Meniyên bona Hêviyê Hene—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Em hîviyê ne ku sala 2023-da wê tiştên baş biqewimin. Çima em dikarin vê yekêda bawer bin?

Kitêba Pîroz hêviyê dide

 Kitêba Pîrozda tê gotinê ku problêmên me wedelû ne û zûtirekê wê kuta bin. Bi rastî, Kitêba Pîroz “bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi . . . wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).

Hêviya ku îda niha dikare alî te bike

 Hêviya ji Kitêba Pîroz mîna “lengerê” ye (Îbranî 6:19, ÎM). Hêvî dikare alî me bike qewî bimînin. Ew dikare alî me bike wedê problêma teyax kin, nihêrandina pozîtîv xwey kin û şabûna herheyî bistînin. Mesele:

Hêviya xwe qewî ke

 Gelek meriv timê hîviya tiştên baş in, lê ewana nikarin sed selefî bawer bin, ku ev yek wê eseyî bêne sêrî. Lê sozên ji Kitêba Pîroz timê têne sêrî. Gelo çima? Çimkî sozên ji Kitêba Pîroz ji Yehowa Xwedê a ne, yê ku “xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Tenê qewata Yehowa heye hemû sozên xwe bîne sêrî; çimkî tenê ew dikare “daxwaza xwe” bîne sêrî (Zebûr 135:5, 6, ÎM).

 Em bi dil û can dixwazin, wekî tu karê bistînî ji hêviya Kitêba Pîroz. Tu dikarî baweriya xwe hindava hêviyê bi vê yekê qewî kî, ku “Nivîsarên Pîroz” lêkolîn bikî (Karên Şandiya 17:11). Ewê yekê tu dikarî bi saya kûrsa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere bikî. Sala 2023-da hêviya te derheqa axiriyê bira qewî be!

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).