Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gulekirin Mektebêda; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gulekirin Mektebêda; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Sala 2022-da, 24 Gulanê, şeherê biçûk Ûvaldayêda, ştata Têxasda (Dewletên Yekbûyî), zordariya giran qewimî. Li gora rojnema “The New York Times”, “mektebekîda qaçaxekî 19 zar û du dersdar kuştin”.

 Yazix, tiştên usa xirab gelek car diqewimin. Rojnemêda “USA Today” hate elamkirinê, wekî tenê Dewletên Yekbûyîda, “sala par mektebada 249 cara gule kirine, çi ku destpêbûyî ji sala 1970 reqema lape mezin e”.

 Gelo çima tiştên usa xirab diqewimin? Em ça dikarin ber wan çetinaya teyax kin û dilteng nebin? Gelo hêviya me heye, wekî zulmî wê bê hildanê? Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide.

Çima dinyayêda zordarî diha zêde dibe?

 Bal gelek meriva pirs pêşda tê: “Gelo çima Xwedê ew tiştên xirab, mesele gulekirinên mektebada, nade sekinandinê?” Seva ku caba Kitêba Pîroz pêbihesin, bixûnin gotar “Çima Merivên Baş Diçerçirin?

Em ça dikarin ber wan çetinaya teyax kin?

  •    “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em . . . gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).

 Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin, wekî vê dinya zulmda teyax kin. Bona hê zêde elametî binihêrin jûrnala “Hişyar Bin!”, bi navê “Gelo Zordarî wê Bê Hildanê?

 Seva ku dê-bav bikaribin alî zarên xwe bikin, wekî ewana teyax kin ber wan çetinaya, yên ku dibihên yan divînin, bixûnin gotar “Çawa Nûçe ser Zara Hukum Dibin?

Gelo zordarî wê bê hildanê?

  •    “Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:14).

  •    “Wê şûrên wan bike hesinê gîsinê û rimên wan bike kêra rêzvana. Wê gel li dijî gelî şûr raneke û êdî hînî cengê [şer] nebin” (Mîxa 4:3).

 Xwedê bike ew, çi ku ji qewata meriya der e. Padşatiya wîyî ezmanî wê hemû çeka kuta ke û zordariyê jî bi temamî bide hildanê. Seva ku hê zêde pêbihesin, wekî Padşatiya Xwedê wê çi bike, bixûnin gotar “Bin Serwêrtiya Padşatiya Xwedê wê ‘Edilayî Gelek be’”.