Jîyîna Vêgana—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Nava temamiya dinyayêda hê zêde û zêde meriv hewasa xwe vêganîzmê tînin.
“Vêganîzm ev heye fîlosofiya û jîyîna usa, ku çiqas ji destê meriva tê, ji zordariyê hindava heywana xwe dûr bigirin, wana bona kara xwe nedine xebatê û usa jî ji wana xurekê, kinca û tiştên din çênekin”—The Vegan Society.
Xêncî xemkirina bona heywana, hine meriv dibine vêgan, wekî tebiyetê û sihet-qewatê xweyî kin, usa jî ji bo nihêrandina rêlîgiya xwe.
“Vêganîzm ji dîêtên din cude dibe, çimkî meriv vêganîzmê ça bawerî û safîkirina namûsiyêva girêdayî hesab dikin. Usa jî ewana difikirin ku bi vêganîzmê dikarin dinyayê aliyê başda biguhêzin”—Britannica Academic.
Gelo bi saya vêganîzmê axiriya planêta me wê bi rastî baş be? Kitêba Pîroz çi dibêje?
Nihêrandina Efirandarê ser meriva û heywana
Kitêba Pîroz eyan dike wekî Efirandar, Yehowa Xwedê, a meriva ji heywana bilindtir hesab dike û hukumetî ser heywanara daye destê meriva (Destpêbûn 1:27, 28). Xêncî vê yekê, Xwedê îzin daye meriva ku heywana ça xurek bidine xebatê (Destpêbûn 9:3). Lê dîsa jî, ew qedexe dike zordarî û sertbûn hindava heywana (Metelok 12:10).
Li gora Kitêba Pîroz, goşt bixwin yan na, safîkirina şexsî ye. b Ev safîkirin ser nihêrandina Xwedê hindava meda hukum nabe, dêmek me ber çevê Xwedê çêtir nake (1 Korintî 8:8). Tu kes nikare meriv sûcdar ke bona safîkirina wîye ku çi bixwe û çi na (Romayî 14:3).
Çi wê bi rastî axiriya me baş bike?
Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî safîkirina meye ku çi cûreyî bijîn, nikaribe problêmên dinyayê safî ke. Koka gelek problêmên vê dinyayê sîstêmên polîtîkîda, sosyalîda û êkonomîkîda ne, yên ku meriv nikarin rast kin. Kitêba Pîroz dibêje:
“Ya xwar nayê rastkirin” (Waîz 1:15, ÎM).
Efirandarê me wê problêmên me safî bike. Kitêba Pîroz bi zimanê sîmbolîk şirovedike, ku ew wê çi bike.
“Hingê min erd û ezmanekî nû dîtin, çimkî erd û ezmanê berê derbaz bûn û îdî ber tunebû” (Eyantî 21:1).
Xwedê wê dewsa serwêrtiyên merivayî, yanê “ezmanê berê”, “ezmanekî nû” saz bike, dêmek Padşatiya ezmanî. Ev Padşatî wê ‘erdê berê’, dêmek merivên zulm kuta ke, û ewê ser ‘erdê nûra’ serwêrtiyê bike, dêmek ser wan merivara, yên ku bi dil û can hukumetiya Xwedê qebûl dikin.
Tenê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê însanet wê hîn be ça tevî heywana edilayêda bin û tebiyetê xweyî kin (Îşaya 11:6-9).
a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).
b Kitêba Pîroz ji me dewa dike, wekî em ji xûnê xwe dûr bigirin (Karên Şandiya 15:28, 29). Ev yek tê hesabê, wekî em gerekê xûnê venexwin, ne jî goştê usa bixwin, ji kîjanê ku xûn bernedane; usa jî gerekê nexwin hemû cûre xwarin, nava kîjanêda xûn heye.