HIŞYAR BIMÎNIN!
Merivê Cabdar bona Mêdîsînayê Dibêje ku Malperên Sosyal Gelek Xirab Hukum Dibin Ser Cahila—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Sala 2023, 23 Gulanê merivê cabdar bona mêdîsînayê Dewletên Yekbûyîda elam kir wekî malperên sosyal çiqas xirab hukum dibin ser cahila.
“Rast e, malperên sosyal carna dikarin zar û cahilara karê jî bînin, lê gelek nîşanên vê yekê hene ku malperên sosyal ziyanê didine sihet-qewata psîxîkî û halxweşiya zar û cahila”.—Social Media and Youth Mental Health: The U.S. Surgeon General’s Advisory, 2023.
Lêkolînkirin dane kifşê ku çi menî hene, wekî fesal bin.
Cahilên 12 heta 15 salî “yên ku her roj 3 siheta zêdetir malperên sosyalîda derbaz dikin, du car zêdetir rastî xofê tên, ku dikarin sihet-qewata psîxîkîda zirarê bistînin, nava çi dikeve dêprêsiya û diltengî”.
Cahilên 14 salî, yên ku “bi zêdeyî malperên sosyalîva girêdayî ne, xewa xwe hilnadin, onlaynêda rastî bêhurmetkirinê tên, ji bejn-bala xwe nerazî dibin, xwe bêkêr hesab dikin, û nîşanên dêprêsiyayê bal wan hê zêde dibin, îlahî cem keçika”.
Dê-bav ça dikarin zarên xwe biparêzin? Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide.
Dê-bav çi dikarin bikin
Haş ji zarên xwe hebin. Çawa dê-bav, bifikirin derheqa xofê û safî kin, îzinê bidine zarên xwe ku malperên sosyal bidine xebatê yan na.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike” (Metelok 22:6).
Seva ku hê zêde pêbihesin, bixûnin gotar “Gelo Lazim e Zara Min Malperên Sosyalî Bide Xebatê?”
Hergê hûn îzinê didine zarên xwe, wekî malperên sosyalî bidine xebatê, hildin hesab ev xof, rastî kîjana ewana dikarin bên, û haş ji wê yekê hebin ku ewana onlaynêda çi dikin. Lê çawa?
Zarên xwe ji tiştên xirab, yên ku întêrnêtêda hene, biparêzin. Zarên xwe hîn bikin xirabiyê întêrnêtêda têderxin û xwe ji vê dûr bigirin.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Lê heta navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, . . . Usa jî gotinên bêmerîfetî, yan bêfemî, yan henekên qelpê xirab” (Efesî 5:3, 4).
Hûn dikarin şîretên kêrhatî bixûnin gotarêda “Zarên Xwe Hîn kin ku Malperên Sosyalî Rast Bidine Xebatê”.
Sînora daynin. Mesele, safî kin kengê û çiqas wede zara we dikare malperên sosyalîda derbaz ke.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, . . . mîna serwaxta. Dest bidine ber wext” (Efesî 5:15, 16).
Hûn dikarin bidine xebatê vîdêoya anîmasiyonê Malperên Sosyal bi Bîlanî Bide Xebatê seva ku alî zara xwe bikin wekî fem ke, ku çima ferz e sînora daynin.