HIŞYAR BIMÎNIN!
Zandara Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê Pêş Xistine—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
Sala 2023, 24 Çileyê, zandara Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê a diha nêzîkî nîvê şevê kirine, çi ku bi sîmbolîk tê hesabê, wekî kutasiya dinyayê nêzîk e.
“Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê bi sîmbolîk tê hesabê xofa vê yekê, ku însanet xwexa xwe kuta dike. Zandara ji bo şerê Ûkraînayêda, ji tirsa şerê atomî û xirabkirina klîmatê, roja Sêşemê tîrên vê sihetê diha nêzîkî nîvê şevê kirin”.—AFP International Text Wire.
“Roja Sêşemê zandara elam kirin, wekî Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê, 90 seniya nêzîkî nîvê şevê bûye. Ev yek nîşan dike, wekî kutasiya vê dinyayê gelek nêzîk bûye”.—ABC News.
“Koma zandarên hemdinyayê elam kirine, wekî însanet gihîştiye vê derecê, ku xwexa xwe kuta dike”.—The Guardian.
Gelo bi rastî însanet û planêta me wê zûtirekê bêne kutakirinê? Gelo em gerekê bona axiriyê bitirsin? Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?
Çi axirî hîviya me ye
Li gora Kitêba Pîroz erd wê heta-hetayê bimîne, meriv jî “her-heyê wê ser bijîn” (Waîz 1:4; Zebûr 37:29). Lema jî meriv wê nikaribin erdê kuta kin û planêta me wê tu car bê jîyîn nemîne.
Hemikî Kitêba Pîroz beʹsa kutasiya vê dinyayê dike. Mesele, ev dibêje “dinyayê . . . derbaz be” (1 Yûhenna 2:17).
Seva ku hê zêde pêbihesin, wekî li gora Kitêba Pîroz çi tê hesabê xilaziya vê dinyayê, bixûnin gotar “Gelo Dinê Nêzîkî Xilaziyê Dibe? Çi ye Apokalîpsîs?”
Seva ku pêbihesin Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa qewimandinên îroyîn, bixûnin gotar “Çi Çax Wê Kutasiya Dinyayê Bê?”
Dilteng nebin
Kitêba Pîroz dikare alî we bike, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin û dilteng nebin. Lê çawa?
Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Mesele, evê gotarê bixûnin “Çi Bikin seva ku Xemgîn Nebin” wekî bivînin çawa Kitêba Pîroz dikare alî we bike, ku çetinayada dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin.
Kitêba Pîroz hêviya axiriya baş dide me (Romayî 15:4). Ev zelal şirovedike derheqa rojên me û axiriyê, çi ku alî me dike, wekî ji bo qewimandinên vê dinyayê dilteng nebin.
Seva ku hê zêde înformasiya ji Kitêba Pîroz pêbihesin, em bi dil û can we teglîfî ser kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroze bê pere dikin.
a “Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê dîzayn e, kîjan ku elam dike, wekî însanet bi têxnolojiyên xof xwexa planêtê kuta dikin. Ev heye mêtafora, kîjan ku derheqa xofeke mezin tîne bîra meriva, himberî kîjanê gerekê tiştekî bikin, wekî xwe xilaz kin”.—Bulletin of the Atomic Scientists.