Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bi Saya Hevaltiyê Tenêbûnê Alt kin—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide

Bi Saya Hevaltiyê Tenêbûnê Alt kin—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide

 Sala 2023-da êkspêrtên ku pirsên sihet-qewatêva girêdayî lêkolîn dikin, dibêjin ku tenêbûn ev nexweşîke gelek giran e. Lê gelo tenêbûn dikare bê altkirinê?

  •    Vîvêk Mûrtî xîrûrgê sereke, yê ku ji Dewletên Yekbûyî ye, dibêje: “Tenêbûn dikare xirab hukum ke ser sihet-qewat û halxweşiya me”. Ew usa jî dibêje: “Lê çare heye”. Gelo çi? “Em her roj dikarin gavên biçûk bavêjin, seva ku tevî meriva heleqetiya xwe qewî kin”. a

 Ne tenê kesên ku xwe ji meriva dûr digirin, tenêbûnê ser xwe texmîn dikin. Meriv dikare xwe tenê wî çaxî jî texmîn ke, gava dor-berî wî tije meriv in. Lê meniya tenêbûnê çi nîbe jî, Kitêba Pîroz dikare alîkariyê bide. Têda şîretên usa hene, yên ku dikarin alî me bikin, ku em bikaribin tenêbûnê alt kin û tevî meriva heleqetiya xwe qewî kin.

Prînsîpên Kitêba Pîroz yên ku dikarin alîkariyê bidin

 Xeberdanêda meseleke baş be. Ew nayê hesabê ku tenê tu gerekê derheqa hestên xwe gilî kî, lê usa jî bikaribî guh bidî meriva, çaxê ewana derheqa hestên xwe gilî dikin. Tu çiqas hê zêde hewasê hindava meriva pêşda bînî, haqas heleqetiya we wê diha qewî be.

  •    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).

 Tevî cûre-cûre meriva hevaltiyê bike. Hazir be ku tevî merivên ji te biçûktir yan mezintir hevaltiyê bikî, usa jî tevî cûre-cûre milet û kûltûra.

  •    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dilê xwe mera vekin” (2 Korintî 6:13).

 Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin ku ça em dikarin tevî merivên din heleqetiya qewî saz kin, bixûnin gotara bi navê “Çawa Hevaltiyê Saz kin.”

a Our Epidemic of Loneliness and Isolation: The U.S. Surgeon General’s Advisory on the Healing Effects of Social Connection and Community, 2023.