Gelo Şedên Yehowa Ça Dinihêrin ser Standina Xwendinê?
Nihêrandina me derheqa standina xwendinê, ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz e. Her Şedê Yehowa guh dide îsafa xweye bi Kitêba Pîroze hînkirî, û safî dike ça wan prînsîpa bide xebatê. a
Standina xwendinê ferz e
Gava meriv hîn dibe, ew “aqil û firasetê” distîne, û Kitêba Pîroz wan hunura gelek qîmet hesab dike (Metelok 2:10, 11; 3:21, 22). Xêncî vê yekê, Îsa gote şagirtên xwe ku bibine dersdar, wekî meriva temiyên wî hîn bikin (Metta 28:19, 20). Lema jî em bawermendên xwe hêlan dikin, ku haş ji gelek tişta hebin: xwendin û nivîsarê bizanibin, bikaribin fikirên xwe şirovekin b, û usa jî derheqa rêlîgiya û kûltûrên mayîn bizanibin (1 Korintî 9:20-22; 1 Tîmotêyo 4:13).
Gelek welatada serwêrên dewletê fem dikin ku çiqas ferz e meriv xwendî bin, lema jî dewa dikin ku zar eseyî xwendina mektebê bistînin. Em gura serwêrên dewletê dikin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne” (Romayî 13:1). Xêncî vê, em zarên xwe hêlan dikin ku xîret bin û mektebêda rind hîn bin, ne tenê seva atêstatê bistînin. c Xebera Xwedêda tê gotinê: “Çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva” (Kolosî 3:23).
Standina xwendinê alî me dike ebûra malbeta xwe bikin. Li gora Kitêba Pîroz, “heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Hînbûna mektebê dikare alî me bike, ku evê borcdariyê bînin sêrî. Ênsîklopêdiyekêda hate gotinê (The World Book Encyclopedia), nêta standina xwendinê ew e, ku meriv bikaribe pêşdaçûyî be û bibe xebatçîkî baş. Merivê xwendî û yê destpêşera hêsa ye xebatê xwera bivîne û ebûra malbeta xwe bike, ne ku wî merivîra, yê ku mekteb xilaz nekiriye û tu pêşe nestandiye (Metelok 22:29).
Dê-bav alî zarên xwe dikin, ne tenê aliyê matêrîalîda. Lê ewana usa jî wana hazir dikin, wekî xwexa serê xwe xwey kin, û ewana fem dikin ku bona vê yekê hînbûna mektebê gelek ferz e (2 Korintî 12:14). Em dê-bava hêlan dikin, ku zarên wan xwendinê bistînin, wî çaxî jî hergê welatê wanda ew yek peretî ye, çetin e xwendinê bistînin, yan jî kûltûra wanda ev yek edet nîne. d Em usa jî şîreta didine dê-bava, wekî ewana alî zarên xwe bikin ku rind hîn bin. e
Gerekê nihêrandina me ser xwendinê rast be
Em ser bijartina xwendinê sivik nanihêrin. Kitêba Pîroz dibêje: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15). Em evê prînsîpê hildidin hesab, gava safî dikin paşî mektebê ku çi cûre xwendinê bistînin. Em usa jî hildidin hesabê ku bona vê yekê çiqas xerc lazim e, û usa jî kara vê hînbûnê. Besa xeberê, hergê kesek mektebêda xwendinê distîne, ew dikare wedekî kinda pêşekî bistîne.
Diha qîmet e ruhanîda xwendî bin. Zanebûna derheqa Xwedê dikare emirê meriv xilaz ke, lê ne xwendina mektebêda ne jî xwendina bilind, nikare vê yekê bide (Yûhenna 17:3). Ew usa jî meriva hînî nav-namûsiyê dike, û alî dike “rastîyê, qirarê, heqîyê ... û serda jî her şiverîyêd qenc” nav xweda pêşda bîne (Metelok 2:9). Pawlosê şandî xwendineke usa stand, ku em îro dikarin beramberî xwendina ûnîvêrsîtêtê bikin. Lê yeke bona wî zanebûna derheqa Îsa Mesîh diha qîmet bû (Fîlîpî 3:8; Karên Şandiya 22:3). Îro jî gelek Şedên Yehowa yên ku xwendina bilind standine, xwendina ruhanî diha qîmet dikin. f
Standina xwendina bilind dikare ziyanê bide
Metelokeke Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Şedên Yehowa zanin, wekî hine ûnîvêrsîtêtada halekî usa ye, ku dikare aliyê namûsiyêda û ruhanîda zirarê bide stûdênta. Lema jî, hine Şedên Yehowa safî kirine, ku xwe û zarên xwe nekine bin vê xofê. Ewana difikirin ku hine ûnîvêsîtêtada nihêrandinên nerast ser stûdêntava dikin. Mesele yên usa:
Xalifandin: Pʹere meriva bextewar dikin û xwey dikin
Gelek meriv difikirin ku xwendina bilind eseyî ye, wekî xebateke baş bivînin û perê qalim qazanc kin. Lema jî gelek cahil tenê bona vê yekê xwendina bilind distînin, wekî axiriyêda bi emirekî dewlemend bijîn. Hinek difikirin ku pere wê wana bextewar ke û xwey ke, lê Kitêba Pîroz tevî vê yekê qayîl nîne (Waîz 5:10). Kitêba Pîroz hela hê jî dibêje ku “pereh′izî kanîke her cûre xirabiyê ye” (1 Tîmotêyo 6:10). Şedên Yehowa naxwazin bikevine telika “derewêd dewletiyê” (Metta 13:22).
Xalifandin: Meriv gerekê navdar be, û bê xwendina bilind ew yek nabe
Dîna xwe bidin ku prêmyêr-mînîstrê berê yê Gurcistanê, Nîka Gîlaûrî çi got derheqa nihêrandina meriva ser xwendina bilind, welatê xweda: “Gurcistanêda, heger meriv dixwaze navdar be û xweyîqedir be, eseyî ye dîploma wîye ûnîvêrsîtêtê hebe. ... [Berê] cahilên ku xwendina bilind nedistandin, navê malbeta xwe dêxistin”. g Lê Kitêba Pîroz mera şîretê dide ku vê dinyayêda nav û dengê xwe negerin. Îsa serwêrên rêlîgiyayêra yên ku pey nav û dengê xwe diketin, got: “Hûnê çawa bikaribin min bawer bikin, heger hûn nav hevda rûmeta navê xwe digerin?” (Yûhenna 5:44) Nihêrandin û fikirên ku ûnîvêrsîtêdêda belabûyî ne, dikarin hiş-aqilê meriva biguhêzin û berbi qurebûnê bivin, çi ku ber çevê Xwedê reş e (Metelok 6:16, 17; 1 Petrûs 5:5).
Xalifandin: Îzna her kesî heye ku xwexa safî ke çi qenc e û çi xirab e
Şedên Yehowa derheqa qenciyê û xirabiyê nihêrandina Xwedê hildidin hesab (Îşaya 5:20). Jûrnalekêda, ya ku derheqa narkotîka şirovedikir dihate gotinê, ku şagirt dikevine ber bayê cahilên din û “safîkirinên usa dikin ku himberî nihêrandina wane ya ser qenciyê û xirabiyê ye”. h Lema jî Kitêba Pîroz dibêje: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33). Ûnîvêrsîtêtada kirên usa belabûyî ne û hela hê jî hêlanê didine cahila van tişta bikin, çi ku ber çevê Xwedê reş in, mesele gelek îçkevexwarin, xebitandina narkotîka û bênamûsî (1 Korintî 6:9, 10; 2 Korintî 7:1).
Xalifandin: Xwendina bilind alî dike ku dinya aliyê başda biguhêzin
Rast e gelek merivên ku dixwazin xwendina bilind bistînin, nêta wan ne ew e ku dewletî bin, bibine merivên navdeng, û kêfa xwera bijîn. Lê nêta wan ew e ku xwe û dinya, aliyê başda biguhêzin. Şedên Yehowa ser vê yekê bi cûrekî mayîn dinihêrin. Mîna Îsa Mesîh, em bawer dikin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare dinê aliyê başda biguhêze (Metta 6:9, 10). Lê heta em hîviya Padşatiya Xwedê ne, ku van problêmên dinyayê safî ke, em betal rûneniştine. Dewsê, em çev didine Îsa ku “Mizgîniya Padşatiyê” li nav temamiya dinyayê bela dikin, û her sal alî bi hezara meriva dikin emrê xwe aliyê başda biguhêzin i (Metta 24:14).
a Şedên Yehowayî cahil, yên ku tevî dê-bavên xwe dijîn, gerekê derheqa standina xwendinê xwestina dê-bavê xwe hildin hesab, heger xwestina wan miqabilî qanûnên Xwedê naçe (Kolosî 3:20).
b Bona vê nêtê, me 11 mîlyon edebyet derxistin ku meriva hînî xwendinê kin, mesele broşûra bi navê “Xwendin û Nivîsarê Hîn be”. Û em usa jî bêpere kûrsên xwendinê derbaz dikin, ku ser 120 zimana têne derbaz kirinê. Ji sala 2003 heta sala 2017, me 70 000 meriv ser temamiya dinyayê, hînî xwendin û nivîsarê kirin.
c Binihêrin gotar bi navê “Gelo Lazim e Ez ji Mektebê Derêm?”
d Mesele, em dê-bava hêlan dikin ne tenê kura bişînin mektebê, lê qîza jî. “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Adarê, sala 2003, binihêre gotar bi navê “Lazim e Zara Min Here Mektebê?”.
e Binihêre gotara “Ça Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Mektebêda Rind Hîn bin?”
f Li jw.org-da binihêrin “Nihêrandin Derheqa Destpêka Jîyînê”.
g Practical Economics: Economic Transformation and Government Reform in Georgia 2004—2012, page 170.
h Journal of Alcohol and Drug Education, Volume 61, No. 1, April 2017, page 72.
i Li jw.org-da binihêrin par bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”, kîderê ku hûnê pêbihesin derheqa serhatiyên wan meriva, yên ku bi saya qewata Xebera Xwedê û mizgîniya Padşatiyê emrê xwe guhastine.